Zivistana Sar
Dîsa hat zivistana xweşî, bi rengê spî,
Li derwe man bêkes û bêxwedî.
Dîsa li xwe kir kirasê xwe yê spî,
Mirov man bê roj û bê hêvî.
Ne bes e êdî Ji te re zivistana sar
Ka ji min re bêje tu çima hatî,
Te çima girt heşînahî û xweşî,
Key tu ji Xwedê natirsî,
Li derwe man bê kes û bê xwedî.
Penaberê Gerdûnê
Bawerî
Dayê ez bawerim ku, ez dimirim, dihêlim
Hevalno ez bawerim ku, ez brîndar ketim
Şevekî helbest warî de
Ez baverim ku, ez ji gerdûnê diçim
Bi çavên vekirî, ez xewnêkê herî xweş dîtim
Di çavên vekirî de, rêk ji xwe girtim
Di nava peyvên de wenda bûm
Ez baverim ku, ez ji gerdûnê diçim
Kulîlka biharê, ez bawerim ku ew ji te xweşiktir e
Tava sibê, ez bawerim ku ew ji te geştir e
Hîvê ronahîyek rojê de
Ez bawerim ku, ez dil ketim
Bi çavên vekirî û bi bêhna fireh
Bi dilekî şikandî û bi tenê bûna hişê xwe
Ez carekî ji kur de dil ketim
Penaberê Gerdûnê
Leave a Comment